TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Ez bi Biden re axivîm, me got dibe em hev bibînin!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 hezîran 2022 20:54

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berîya ji bo lutkeya NATOyê ber bi Îspanyayê ve bi rê bikeve, ji rojnamevanan re axivî.

Erdogan di axaftina xwe got ku ew îro bi Serokê Amerîka Joe Biden re axivîye û ji bo hevdîtineke rûbirû ya îro sibe jî Biden daxwazkar bûye.

Erdogan li ser mijarê wiha axivî: "Vê sibehê me bi Biden re hevdîtinek kir. Daxwazkariya xwe ya bo hevdîtineke îro yan sibe anî ziman. Me jî got dibe.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha mijara endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê jî nirxand û got, “Em di hevdîtina çarqolî de bibînin bê hatine çi astê. Em gotinên vala naxwazin, encamê dixwazin.”

Li ser mijara kirîna F-16an jî Erdogan diyar kir ku “mijara herî girîng hevdîtin bi Amerîkayê re hatiye kirin F-16 bûn, lê li wir jî di mijulkirina me de berdewam in.”

Parve bike: