TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan li ser guherîna pergalê, peyamên nû dan

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2022 21:30

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di beşdariya Konferansa Edaleta Destûra Bingehîn a Cîhana Îslamê bû û di konferansê de li ser guherînên pergala sala bê hin peyamên nû dan. 

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar kir ku ew ê sala bê di Pergala Hikûmeta Serokomariyê de guhertinan bikin û wiha got, "Em dixwazin li welatê xwe, reformên nû yên ku dê îcrayê bikêrtir bike, qanûndanîn û darazê jî xurtir bike, bikin."

Recep Tayip Erdogan, li ser nîşana reformê ya di pergala rêveberiyê ya 2023yan de got,

"Bêguman dewlet di nav xwe de jî xwedî hevsengiya hêzan e. Ev hevseng çiqas bi tendurist ava bibe û bixebite, mekanîzmaya dewletê û saziyên ku wê pêk tînin, ewqas bi bandortir dixebitin. Civak zirarê dibîne. Ahenga di navbera her yek bi qasî hevsengiya di navbera desthilata zagonsaz, cîbicîkar û dadwerî de girîng in. Lihevnebûna di kar û barên qanûndanînê de hem bandorê li desthilata cîbicîkar û hem jî ya dadwerî dike.

Di sala bê de em dixwazin çaksaziyên nû yên li welatê xwe bikin ku dê desthilata cîbicîkar bi bandortir bike, her wiha di ronahiya pêkanîna dewra yekem a pergala rêveberiya me ya nû de qanûndanîn û dadweriyê jî bihêztir bike.

Helbet di vê pêvajoyê de dibe ku li ser hin bûyerên ku ji aliyê beşên cuda yên raya giştî ve ji nêz ve tên şopandin, nîqaş bên kirin, lê em di wê baweriyê de ne ku her yek ji van nîqaşan dê di nav hewza dewleta hiqûqê de were çareserkirin û piştî ku di sala 2019an de berdewam bike bi dawî bibe.

Nîşana herî girîng a salên desthilatdariya me ya ku niha 20 sal li pey xwe hiştiye, ew e ku tu car vîna xwe ya reformên li ser maf û azadiyê wenda nekiriye. Em bi biryar in ku ruhê reformxwazi​​yê ku ev çend sal in me bi rê ve biriye, zindî bihêlin û her tim xurt bikin.”

Parve bike: