TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: “Peymana S-400an xilas bûye!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 31 tebax 2018 16:21

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê peymana S-400an de axivî û got ku ji bo S-400an peyman temam bûye, êdî tiştekî ku mirov ji bo wê bike tune.

Di pêvajoya Peymana S-400an de Amerîkayê gelek caran dengê xwe li Tirkiyê kir û got ku divê hûn ji Rûsyayê pergala parastina hewayî ya bi navê S-400an nekirin. Di van rojên dawî de Amerîkayê hişyariyên xwe zêdetir kirin.

Li ser van hişyariyan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axivî û wiha got: “Em tu caran van zextan li ser xwe qebûl nakin. Peymana S-400an xilas bû, êdî veger tune ye. Di nêz de em ê wan bistînin.”

Parve bike: