Cîhan
Erdogan serxwesî li Pûtîn kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 25ê Hezîranê pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk aniye û ji bo êrîşa herêma Daxistanê serxweşî li gelê Rûsya û Pûtîn kiriye.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî de êrîşên terorî yên Daxistanê hatine axaftin.
Hate diyarkirin ku Erdogan di wê pêwendiyê de daye zanîn ku ew li dijî her cûre terorê û êrîşên nefretê ne û serxweşî li Pûtîn kiriye.
Herwiha Erdogan gotiye ku wê Tirkiye hewldanên ji bo bidawîkirina hemû şer û pevçûnên li herêmê berdewam bike.