TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Sûdanî li Koska Vahdettîn civiyan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 mijdar 2024 20:28

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 1ê Mijdarê bi serdaneke fermî gihîşt Tirkiyê.

Serokomariya Tirkiyeyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê pêşwazî li Sûdanî kiriye.

Serokomariya Tirkiyê li hesabên xwe yên medya civakî ragihand, “Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan, li Koşa Vahdettîn Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî qebûl kir.”

Derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatin dayîn.

Çavkaniyên Iraqî ragihandine ku Sûdanê ji bo çend demjimêran serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re, bi taybet li ser rewşa herêmê danûstandinan li ser çend mijaran pêk tîne.

Parve bike: