TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsa bi mosekan li ser gelek deverên Ukraynayê!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 hezîran 2023 15:33

PeyamaKurd Li gelek herêmên Ukraynayê hişyariya êrîşa moşekan hat dayîn, li hin herêman dengê teqînan hat bihîstin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ukraynayê de cih girtin, ji aliyê Rûsyayê ve li gelek herêmên welêt êrîşên moşekan hatin kirin.

Di dema ku rayedaran bang li welatiyan kir ku guh bidin hişyariyên êrîşê, hat destnîşankirin, hêzên parastina hewayî hewl dane moşekan asteng bikin.

Şaredarê Kîevê Vitaly Klichko jî ragihand ku moşek li hin deverên bajêr ketine.

Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, artêşa Ukraynayê ji provokasyona damezrîner û rêberê Wagner Yevgeny Prigojin "bi kêrî provakasyona" hatiye û hêzên xwe li ser rêya Bahmut kom kiriye.

Parve bike: