TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsê Sînagogê kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 mijdar 2020 04:33

PeyamaKurd – Rojnama Awûstûryayê Kronen ragihand ku li payîtext Viyanayê êrîş birine ser sînagogekî û ji wê derê dengê sîlihan hatiye. Polîsekî bo rojnamê axifiye û gotiye gelek polîs hatine şandin bo ciyê bûyerê.

Rojname gotiye ku êrîş li kolana ku sinagog lê ye hatiye kirin û polîs bersiva êrîşê daye. Polîs gotiye ku divê xelk ji navenda bajêr dû raweste û di bûyerê de birîndar hene.

Polîs dest bi operasyoneka mezin kiriye.

Parve bike: