TR KU SO
FB X
Cîhan

Ermenistan ragihand ku wê ambargoya ser malên Tirkiyê rake

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2021 05:03

PeyamaKurd – Dewleta Ermenistanê ragihand ku wê di serê sala 2022 an de ambargoya ku danîne ser malên Tirkiyê rake. Di ragihandina mijarê de wezareta Darayî ya Ermenistanê weha got:

“ Me biryarê daye ku ambargoya li ser malên Tirkiyê dirêj nekin.”

Ermenistan biryara ambargoya ser malên Tirkiyê di serê sala 2021 ê de dabû ku di navbera Eremenistanê û Azerbeycanê de li ser Qarabaxê şer derketibû. Tirkiye piştgiriya Azerbeycanê kiribû. Eremenistan di meha hezîranê de biryarê 6 mehê din dirêj kiribû.

Niha di navbera Ermenistanê û Tirkiyê de hevdîtinên normalkirina têkiliyan dewam dike û biryar bi wê sedemê hat dayîn. Her dû dewlet ji bo normalîzekirina têkiliyan nûnerên taybet tayîn kiribûn.

Parve bike: