TR KU SO
FB X
Cîhan

Esîreke Ereb a Iraqê gefa daxistina bîrên petrolê xwar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 sibat 2022 00:03

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li parêzgeha Zîqar a dikeve başûrê Iraqê, eşîreke ereb gefa daxistina bîrên petrolê li hikûmeta Iraqê xwar.

Medya Iraqê ragihandiye ku eşîra El Bidur gef li hikûmeta Iraqê xwariye ku heger di çar rojan de bersiva daxwazên wan nedin ew dê bîra nefta Getîe daxin.

Hatiye diyarkirin ku wê eşîrê daxwaza qerebûkirinê ji hikûmeta Iraqê kirine ku boriya petrolê di nav erdên wan de derbas dibe.

Parve bike: