Cîhan
Esper: “Em li benda îzna Patriotan e”
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper li ser mijara ku Îran bi fuzeyan li baregehên wan yên Iraqê xistibûn, dixwazin li wan baregehan sîstema parastina Patriotan deynin û niha li bende ne ku hukumeta Iraqê îznê bide wan. Li ser pirsa ku wê hukumeta Iraqê îznê bide da Patriotan bicîh bikin an na de, Esper weha got:
“Pêvajoya îzna xwediyê malê heye û wê ev sîstem bi temamî li ku derê bicîh bibe, ev pirs heye. Her dû jî hene. Em li serê dixebitin.”