TR KU SO
FB X
Cîhan

Ewropa ji rewsa Tirkiyê bifikar e

📅 17 hezîran 2018 02:53

PeyamaKurd - Rêxistina Hevkarî û Ewlekarî ya Ewropayê ragihand, Tirkiye di bin mercên Rewşa Awarte, zîndanîkirina rojnamevanan û bêdengkirina medyayê de diçe hilbijartinan.

Şanda Rêxistina Ewlekariya Ewropayê ku bi armanca çavdêriya hilbijartinan li Tirkiyê ye, raporta xwe ya navberê belav kir. Di raportê tê destnîşankirin, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan hember dijberên xwe zimanê tund bikar tîn e, doz vedike û wan wek terorîst binav dike.

Hat destnîşankirin, desthilata Tirkiyê piraniya medyayê kontrol dike û gelek rojnamevan niha zîndankirî ne û Tirkiye di bin Rewşa Awarte de diçe hilbijartinê, ku bi pîvanên Yekîtiya Ewropayê re ne guncav e.

Parlamenterê CHPê Ozturk Yilmaz jî da xuyakirin, di raporta Ewropayê de xalên girîng hene, ji şûna ku hikûmet guh bide û wan çareser bike, guh nade û wek xwe berdewam dike.

Parve bike: