TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa bo vîrusa Korona serta bikaranîna maskeyan ragihand

Leyla Denli
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2020 12:30

PeyamaKurd - Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Korona, Serokwezîrê Fransa Jean Castex biryara nû eşkere kir, wê ji hefteya bê pê ve li cihên girtî bikaranîna maskeyan şert be.

Li gor Serokomarê Fransa Emmanuel Macron gotibû,  wê bikaranîna maskeyan di 1’ê Tebaxê de mecbûr bikin, lê Castex da zanîn, wan ew dem bi pêş de aniye.

Castex goti dibe ku 1’ê Tebax demeke dereng be.

Li Mayenne ya li rojavayê bakurê Fransa ji ber zêdebûna pêketinên nû yên korona ji roja Pêncşemê pê ve bikaranîna maskeyan hat mecbûr kirin.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa ji 210,000 kesan zêdetir bi vîrusa korona ketine û 30,141 kesan jî bi wê, can dane.

Parve bike: