Fransa car din tevlihev bû
PeyamaKurd – Li Fransayê hemwelatî li ser ‘reşbeleka qanûna ewlekariyê ya giştî’ xwepêşnadan kirin û xwestin azadiya wan bêparastin. Xwepêşandêr bi gulokên berfê li hêzên ewlekariyê xistin lê hêzên ewlehiyê bi xaza ku rondikan dibarîne bersiva wan da.
Xwepêşandan li Parîsê û gelek bajarên din çêbûn û xwestin ku reşbeleka qanûn betal bikin. Xwepêşandêr sloganan gotin û gotin polîs nikare xwepêşandana wan asteng bike.
Tê plankirin ku di bin serpereştiya Rêxistina Efûyê ya Navdewletî û Lîg a Mafên Mirovan de li seranserê Fransayê ji 80 yî zêdetir xwepêşnadan bikin. Di reşbeleka qanûna ewlehiyê de bo şopandina xwepêşandanan de polîs û cendirme dikarin balafirên bê mirov û helîkopteran bikarbînin.
Di reşbeleka qanûn de heye ku kesê wêne an vîdeoyên hêzên ewlehiyê belav bikin, salekî cezayê zîndanê û heya 45 hezar Ewroyî ceza bidin lê paşî li hemberê vê xalê bertek hatibûn nîşandan û biryar hatibû dayîn ku ji nûh de bê tenzîm kirin.