TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Esed ji bo me, ne pirsgirêk e!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 07 gulan 2018 16:11

PeyamaKurd-Qasidê Fransayê yê Moskowê Sylvie Bermann di derbarê pêşeroja Serokomarê Sûriyê Beşar Esed de daxuyaniyek da û got ku êdî em çûna Esed wekî şerteke girîng nabînin.

Qasidê Fransayê yê Moskowê Sylvie Bermann di derbarê pêşeroja Sûriyê û Serokomarê Sûriyê Beşar Esed de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de wiha got: Em di cihê gelê Sûriyê de biryarê nadin. Lêbelê ji bo me êdî çûna Beşar Esed ne tiştekî mecbûrî ye. Divê pêşeroja Sûriyê bi diyalogê were çareserkirin. Ji bo me, tişta herî girîng têkbirina IŞÎDê ye. Piştî vê re pirsgirêka penaberan divê were çareserkirin. Ji xeynî van jî divê alîkariya insanî bigihe her kesî û çekên kîmyewî jî neyên bikaranîn.

Parve bike: