TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransayê 51 zarok û jinên DAISê ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirt

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2022 23:00

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 51 welatiyên Fransa yên malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin û bo Fransayê hatin vegerandin.

Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand, wan 35 zarok û 16 jinên çekdarên DAIŞê ji kampên li bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandin.

Hat diyarkirin ku zarok ji bo navendên parastina zarokan hatine veguhestin û dayikên wan jî wê radestî dadgehê bêne kirin.

Parve bike: