TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Hûsên: Em ê deynê Îranê di demeke nêzîk de bisînin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 sibat 2021 19:52

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku li Tehranê bi rayedarên îranî re hevdîtin pêk anîn ragihand ku ew dê li nêzîk pereyên deynê xwe yê Îranê bişînin.

Fuad Husên bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Îranê Elî Şemhanî re civiya û got, wê Iraq li demeke nêzîk deynê xwe yê Îranê bide ku ji ber dorpêçên Amerîkayê dayîna wan deynan dereng ketiye.

Husên diyar kir ku di çarçoveya peymana ligel Îranê hatiye girêdan de, wê dayîna deynên Îranê dest pê bike.

Li gorî daneyên fermî 5 milyar dolar deynê Îranê li Iraqê heye û beşek mezin ji wî deynî jî yê firotina elektrîk û gazê ye ku Iraq ji Îranê dikire.

Parve bike: