Cîhan
Fûad Huseyin û Faysal bin Ferhan lihev civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyin bo seredanekî çû payîtexta Erebistana Si’ûdiyê Riyadê û li wê derê bi hevtayê xwe bi wezîrê karên derve yê Erbistanê bi Faysal bin Ferhan re li ser mijarên aboriyê û mijarên herêmî axifîn.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Iraqê mijarên herêmê, bazirganiya navbera her dû dewletan, veberhênan û pêşdebirina têkiliyan mijarên wan bûne.
Di navbera her dû dewletan de peymana teşwîqa veberhênanê û qanûna parastinê heye ku di sala 2019 an de di navbera her dû dewletan de hatibû îmzekirin.