General Chris Ghika: Hedefa me perwerda 40 hezar kesiye
PeyamaKurd- Cîgirê fermandarê koalîsyona li dijî DEAŞ ê tumgeneral Chris Ghika ragihand ku li rojhilatê bakûrê Sûriyê plana wan ya di bin sîwana HSD ê de, “perwerdekirina hêzên ewlekariyê” di rêya xwe de dimeşe û heya niha di navbera 10 hezar û 20 hezaran de kesan perwerde kirine.
Tumgeneralê Îngîlîz Ghika bi rêya video konferansê bi wezareta bergiriyê ya Amerîkayê re bi Pentagonê re hat girêdan û di derbarê operasyonên li Sûriyê û Iraqê de, pirsan bersivand. Ghika ragihand ku temsîlkarê Amerîkayê bo Sûriyê taybet James Jeffrey hevdîtinên xwe bi YPG ê re dewam dike.
General di mijara xwepêşandanên li dijî HSDê de got ku piraniya wan ne siyasî lê bo şertên jiyanê ne û wan xwepêşandanan dişopînin. Hetta li Eyn El Îsa de HSD û xwepêşandêr hatine cem hev. Xwepêşandan ne mijareka etnîkî tê.
Di mijara grûbên şîa ku li Iraqê hêzên koalîsyonê tehdîd dikin de got ku ew wan grûban dişopînin lê heya niha, di wan de ti guherîn tineye.