Cîhan
Gestên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hatin rawestandin
PeyamaKurd – Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hatin rawestandin.
Rêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi daxuyaniyekê da zanîn, ji ber xerabiya rewşa avhewayê û kêmbûna dîtinê, geştên asmanî hatine rawestandin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, rêveberiya balafirgehê wê di demek nêz de derbarê geşedanên nû de welatiyan agahdar bike.