Cîhan
Gule li otomobîla parlamentera HDPê hat resandin
PeyamaKurd – Otomobîla Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, ji aliyê kesên nehatine naskirin ve rastî êrîşeke bi çekê hat.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, dema parkirî bûye guleyek li cama paş a otomobîla Ayşe Surucu ketiye û qalikê guleyê jî di nav bagaja otomobîlê de hatiye dîtin.
Piştî ku Surucu çûye cem otomobîla xwe dîtiye ku gule li otomobîla wê hatiye reşandin û hêzên ewlehiyê agahdar kirine û piştre polîsan lêkolîn di nav otomobîlê de kiriye.
Hat ragihandin ku derbarê bûyera ku 50 metreyan nêzîkî otomobîleke polîsan pêk hatiye de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.