Guterres: Em pistevanên civaka Mislimanan in
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di hevdîtina xwe ya bi Koma Balyozên Teşkîlata Hevkariya Îslamî de bêtehamulî, tundî û kiryarên li dijî ola Îslamê şermezar kir û diyar kir ku ew bi civaka Misliman re di nav piştevaniyê de ne.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Berdevka Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Guterres li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi endamên OICyê re hevdîtinek kir.
Hat destnîşankirin ku Guterres bal kişand ser wê yekê ku Neteweyên Yekbûyî ji bo pêkanîna biryara Konseya Mafên Mirovan a "Li dijî nefreta li dijî olî ya ku dibe sedema cudakarî, dijminatî û tundiyê" dê hewil bide.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Antonio Guterres bi civaka Misilman re di nav piştevaniyê de ye û wiha got:
"Sekreterê Giştî bêtehamulî, tundî û kiryarên Îslamofobîk ên ku rageşiyê zêde dikin û cudakarî û radîkalbûnê dimeşînin şermezar dike."