Guterres: "Sozê ku Talîbanê dabû kaç û jina bicîh nayne”
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku Talîbanê soz dabû di derbarê jin û keçan de wê parastina wan bike lê ew bi endîşene ji ber Talîban sozê xwe bicîh nayne. Guterres bang li Talîbanê kir ku sozên bicîh bîne.
Guterres ragihandina xwe li navenda NY kir û got ku krîza mirovî her diçe mezin dibe û bandorê li nîvê an ku 18 mîlyon nûfûsa Afxanistanê dike. Sekreter ragihand ku piştî Talîbanê temamê heyiyên dewleta Afxanistanê hatine desteserkirin, alîkariyên geşepêdanê hatine rawestandin, aborî hatiye asta roxandinê û divê rêyekî bibînin da Afxanistan piçekî rihet bibe. Sekreterê giştî yê NY li ser mafên jin û keçan weha got:
“Ez bi endîşeme ew soza ku Talîbanê daye keç û jinan bicîh neyne. Ez bang li Talîbanê dikim ku Talîban di çarçoveya asta navdewletî de, di çarçova mafên mirovan û hûqûqê de berpirsiyariyên xwe di wan sozên ku ji bo keç û jinan dabû bicîh bîne. Eger jin nebin aborî û civaka Afxanistanê rast nabe û aboriya welat ji %80 yê wê bê qeydiye.”