Hamaney: “Em rawestandina bernama fuzeyan qebûl nakin”
PeyamaKurd – Serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaney bersiva daxwuyaniyên serokê DYAyê Donald Trump da û got:
“Hinek welatên zorba dixwazin em bernama xwe ya fuzeyan bidin rawestandin. Lê em tekez vêya qebûl nakin.”
Trump ragihandibû ku wê li Îranê hinek tişt bibin û bikevin rojeva rojnamevanan. Hem Trump berê nameyekî ji Hamaney re şandibû. Trump di namê de ji Hamaney re gotibû:
“Em hêvîdarin ku bi me re muzakereyan bikin. Eger em wekî leşkerî bikevin Îranê, wê tiştên gelek xeter çêbibin.”
Daxwuyaniya Trump ya roja berê jî ku li ser Îranê dabû wehabû:
“Li ser Îranê rewşekî heye û wê di nêz de hinek tişt bibin. Hun ê di nêz de behsa van tiştan bikin. Înşallah em peymanekî aştiyê bikin. Ez dibêjim ku peymana aştiyê ji ya dinê bêhtir dixwazim. Lê wê çara dinê jî pirsgirêkê çareser bike.”