Cîhan
Hat gotin ku ji lîderên FARC ê Ivan Mordisco hatiye kustin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina malpera Kolombiyayê ya bi navê Semana; yek ji lîderên Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) Ivan Mordisco di operasyona artêşa Kolombiyayê de hatiye kuştin. Li gor malperê Mordisco li devera Caqueta li navça San Vicente del Caguan li gundê Santa Rita di encama bombebarana artêşê de hatiye kuştin.
Navê wî yê eslî Nestor Gregorio Vera ye û di operasyonê de hatiye kuştin û pê re 10 kesên din jî hatine kuştin. Li ciyê ku Mordisco lê bûye, gelek sîlih û muhîmmat jî xistine dest.
Li ser bûyerê heya niha ragihandinên fermî nehatine kirin.