TR KU SO
FB X
Cîhan

HDPê daxwaza AKPê ya hevdîtinê red kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2023 21:55

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya ji bo hevdîtina li ser guhertina destûrê ya derbarê laçika jinan û hin guhertinên girêdayî malbatê red kir.

Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyeyê Saruhan Oluç,   îro 9ê Çileyê di civîna rojnamevanî ya li parlementoyê de ragihand, rêveberiya AK Partiyê roja Çarşemê daxwaz ji wan kiriye ku ji bo axaftina pêşniyara sererastkirina qanûna laçikê û parastina malbatê ya destûra Tirkiyê hevdîtinê bikin, lê ji ber doza girtina HDPê, blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDPê û kiryarên dijî demokrasiyê yên desthilatdariyê, wan daxwaza hevdîtinê qebûl kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şanda AKPê berî guhertina destûrê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê bike, serdana CHP û ÎYÎP û HDPê jî kiribû û MHP jî li dijî hevdîtina ligel HDPê derneketibû.

AKP beriya ku guhertina destûrê biçe ber dengdanê, dixwaze car din ji bo razîkirina partiyên opozîsyonê yên di parlamentoyê de serdana wan bike daku 400 dengan bi dest bixe.

Parve bike: