Cîhan
Hejmara kesên di hezazê de can dane gihîst 93 kesan
PeyamaKurd – Li eyaleta Kerala ya Hindistanê, di encama barana zêde û gur de, hezaz çêbû.
Hate ragihandin ku di hezaza li eyaleta Kerala herêma Wayanadê çêbûye de, heta niha 93 kesan can daye û 128 kes jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Eyaleta Keralayê Pinarayi Vijayan, qala giranbûna bîlançoya hezazê kir û eşkere kir, ji bili mirina 93 kesan gelek kes jî piştî hezazê di bin axê de mane û dibe hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Hêjayî gotinê ye, li eyaletê xebatên rizgarkirinê bi piştevaniya hêzên asmanî yên Hindistanê berdewam dikin.