Cîhan
Helîkoptera leskerî ya Sûriyê bi ser xaniyan de ket: 3 mirî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 4ê Îlonê roja Yekşemê li bakurê rojhilatê parêzgeha Hemayê helîkoptereke leşkerî ya Sûriyê di nav xaniyan de ket xwar û 3 kesên tê de bûn mirin.
Ajansa SANA ya bi ser hikûmeta Şamê ve ragihandiye ku îro danê sibehê li bakurê rojhilatê Hemayê helîkoptereke leşkerî ji ber sedemeke teknîkî ket xwar û di encamê de hemû endamên tîma helîkopterê can dan.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî derbarê bûyerê de eşkere kiriye, di encama ketina helîkopterê de 3 kesên di nav de mirine lê heta niha li ser kesên ku di nav xaniyê li ser ketiye de, agahî nehatine bidestxistin.