Cîhan
Hemasê 5 welatiyên Filîstînê îdam kir
PeyamaKurd – Rêxistina Hemasê ku rêveberiya beşek ji Filîstînê di bin kontrola wê de ye, 5 welatiyên Filîstînê îdam kir.
Hemasê ragihandiye ku ji 5 kesên hatine darvekirin, du kes ji wan bi hinceta pêwendiyên wan bi Îsraîlê re hene hatine sizadan û înfazkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 3 kesên din ên hatine darvekirin jî bi tawanê cuda hatibûne mehkûmkirin.
Hemasê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku ‘mafê parastinê’ bo tawanbaran hatiye dayîn.