Herdu welatan, li ser asayîbûna pêwendiyan li hev kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku Kosova û Sirbîstanê li ser nexşerêyeke ji bo asayîkirina têkiliyên herdu welatan li hev kirine.
Hat diyarkirin ku Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic û Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti duh li Ohrîda, li Makedonyaya Bakur civiyan û li ser pêveka peymanê ya ku dê nexşerêyek ji bo asayîkirina têkiliyên Yekîtiya Ewropayê (YE) Sirbistan û Kosovayê çêbike, gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji xeynî Kurti û Vucic, Josep Borrell û Nûnerê Taybet ê Diyaloga Belgrad-Prishînê yê Yekîtiya Ewropayê Miroslav Lajcak beşdarî lûtkeya ku pêveka peymanê ya li ser pêkanîna peymana 11 xalî hat amadekirin, bûn ku di raya giştî de wekî "Plana Frensî-Alman" tê zanîn, hat nîqaşkirin.
Borrell da zanîn ku piştî hevdîtinên dualî û sê alî yên Kurti û Vucic bi serokên Yekîtiya Ewropayê re ku nêzî 12 saetan dewam kir û got,
"Rêberên Kosova û Sirbîstanê li ser cîbicîkirina pêveka peymanê ku rê li ber asayîkirina pêwendiyan vedike, li hev kirine.”