TR KU SO
FB X
Cîhan

Herzog: Îsraîl ji agirbesta ‘navbera mirovî’ re amade ye!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2023 00:42

PeyamaKurd – Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, ragihand ku Îsraîl ji ragihandina agirbesta navbera mirovî ya nû re amade ye.

Serokomarê Îsraîlê dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de ne bi bîr xist û got, "Ji bo berdana dîlan, Îsraîl ji navbereke mirovî ya nû re amade ye.”

Herzog di civîna ligel balyozên welatan de diyar kir ku ji bo gihandina alîkariyên zêdetir bo Xezzeyê û rizgarkirina dîlan ji destê Hemasê, ew ji agirbestê re amade ne.

Herzog herwiha da zanîn ku berpirsiyarî bi temamî li ser berpirsên Hemasê Yehya Sînwar û lîdêrên wê yên din e.

Parve bike: