TR KU SO
FB X
Cîhan

Heyeta dîsplînê biryara îxraca Öztürk Yilmaz da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 mijdar 2018 22:39

PeyamaKurd- Li Tirkiyê parlementerê partiya CHP yê bajarê Ardaxanê Öztürk Yılmaz bi sedema ku xwestibî azana limêjê bi Tirkî bê xwendin, li Tirkiyê û Kurdistanê bû hedefa gelek kesan û partiya wî biryarê da ku bi daxwaza îxracê wî sewqê heyeta dîsîplînê ya partiyê bikin.

Heyeta Dîsîplînê îro civiya û di encamê de biryar da ku parlementer Öztürk Yılmaz ji partiyê derxin. Raya giştî ya Tirkiyê di mijara azanê de hassase û berê, di dema Mustafa Kemal û Îsmet Paşa de azanê kiribûn Tirkî û pêre jî leşker diketin nava mala pêl Quranê dikirin, şaşikên mela û şêxan dixistin stûyên wan û wan di nava çarşiyê de kaş dikirin.

Parve bike: