Cîhan
Heyeta leskerî ya Amerîkayê çû Bexdayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro şandeke leşkerî ya Amerîkî ku ji Sekretera Giştî ya Hêzên Esmanî yên Amerîka Barbara Barrett û Fermandarê Hêzên Hewayî General David L. Goldfein, pêk dihat gihîştiye paytexta Iraqê Bexdayê.
Şanda Amerîkî bi Fermandarê Hêzên Hewayî yên Iraqê Enver Hame Emîn re civiya.
Hêzên Esmanî yên Iraqê derbarê hevdîtinê de ragihand ku li mijara alîkariya lojîstîkî ya Amerîkayê bo hêzên hewayî, rahênana leşkerî û biçekkirinê guftûgo hatine kirin.