Cîhan
Hêzên koalîsyonê êrîs kir: 25 kustî
PeyamaKurd- Hêzên koalîsyona di bin serokatiya Amerîkayê de, ya li dijî DEAŞê, 60 km li başûrê bajare Hasekiyê, li gundê Al Fadilê, di êrîşa hewayî de 25 kesên sîvîl kuştin. Gundê El Fadilê di destê DEAŞê de ye.
Xelkê gund vê sibê ku hêj ji xew ranebû bûn, hêzên esmanî êrîşê birin ser wan. Di nava miriyan de jin û zarok jî hene. Herêma ku hêzên koalîsyonê êrîş dike ser, nêzî sînorê Iraqê ye û yek ji wan gunda ye ku niha di destê DEAŞê dê ye.