TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Sûriyê bersiva Amerîkayê da û sert danîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 hezîran 2019 22:24

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê radighand ku Amerîka piştevaniya terorê li Sûriyê dike û hebûna hêzên wan ne rewa ye û ne ji mafê wê ye, behsa guhertina Serokê Sûriyê bike.

Alîkarê Wezîrê derve yê Sûriyê Eymen Sosen li ser daxûyaniyên vê dawiyê yên berpirsên Amerîkayê yên wekî; ew naxwaz in Esed biguherin got, ne mafê Amerîka ye behsa vê mijarê bike û tenê gelê Sûriyê rêveberiya xwe diyar dike.

Sosen diyar kir, dema ku Amerîka hebûna hêzên xwe li Sûriyê bidawî bîne, piştevaniya terorê rawestîne û dorpêçên aborî li ser Sûriyê rake wê demê ew dikarin bêjin, ku helwesta Amerîka di derbarê Sûriyê de hatiye guhertin.

Alîkarê Wezîrê derve yê Sûriyê ji bo Tirkiyê got, Tirkiye bi awayekî berçav piştevaniya grûbên terorî li Idlibê dike û Tirkiye pabendî Rêkeftina Soçî nebûye.

Parve bike: