Cîhan
Hilbijartina pêswext a Iraqê hat pasxistin
PeyamaKurd - Hilbijartina pêşwext a Iraqê ku biryar bû 6ê Hezîrana 2021ê were lidarxistin, ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve hat bipaşxistin.
Desteya Bilind a Hilbijartinên Iraqê piştî civîna ligel her sê serokatiyên Iraqê ragihand ku dema pêkanîna hilbijartina pêşwext hatiye derengxistin ku biryar bû 6ê Hezîranê birêve biçe.
Desteya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihandiye, wê hilbijartina pêşwext piştî meha Îlonê ya îsal pêk were.
Hîn li ser sedema bipaşxistina hilbijartinan daxuyanî nehatiye dayîn.