TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Hin welatên ewropî hewl didin balyozxaneyên xwe yên Samê vekin’

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 hezîran 2021 23:44

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê hinek welatên ewropî yên bi rejîma Sûriyê re têkilî danîne, biryar dane balyozxane û nûnertiyên xwe yên Şamê ji nû ve vekin.

Li gorî nûçeya malpera Syrian Observer ku dispêre ajansa Al Watan hejmarek welatên Ewropayê xebatên bo vekirina balyozxane û nûnertiyên xwe li Şamê dane destpêkirin.

Heman ajansê herwiha bi zarê hin çavkaniyên hikûmeta Sûriyê îdia kir ku beriya niha dîplomatên welatên Yunanistan, Macaristan û Sirbistanê serdana Şamê kirine û xebatên xwe yên vekirina nûnertiyên fermî berdewam dikin.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku wê li demeke nêzîk Îtalya jî dîplomatekî rejîma Sûriyê pêşwazî bike.

Parve bike: