Cîhan
Hizbiullaha Iraqî êrîsa Basîqayê girt ser xwe
PeyamaKurd – Li Neynewayê, do li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Başîqa êrîşeke moşekî pêk hat û Hizbullaha Iraqî, bi fermî êrîş girt ser xwe.
Li gor çapemeniya Iraqî, Tugayên Hizbullaha Iraqî bi daxuyaniyeke fermî, êrîş li xwe girt û da zanîn:
“Me li navçeya Başîkayê ya Neynewayê, li dijî baregeheke artêşa Tirk êrîşeke moşekane pêk anî. 5 moşek li baregeha Zîlkan û muhafizên bajêr ên Esîl Nûceyfî hatine xistin”.