TR KU SO
FB X
Cîhan

Hîzbûllah: Me li 2 tankên Îsraîlê xist

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 10 mijdar 2023 03:19

PeyamaKurd – Hîzbûllaha Lubnanê ragihand ku wan li 2 tankên Îsraîlê xistine, kuştî û birîndarên Îsraîlê hene. Şerê navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê jî dewam dike. Li gor ragihandina Hîzbûllahê ya nivîskî; bi fuzeyan li bakûrê Îsraîlê xistine.

Di encama lêdanê de 2 tankên Îsraîlê yên tîpa "Merkava" ji nav birine, din av leşkerên di tankan de kuştî û birîndar hene.

Heya niha, ji terefê Îsraîlê de ti agahiyekî negihaye raya giştî.

Parve bike: