TR KU SO
FB X
Cîhan

Hîzbûllahê lêxistina baregeha Amerîkayê pîroz kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 adar 2020 03:37

PeyamaKurd- Piştî ku duhî bi fuzeyan li baregeha Taci yê ya Amerîkayê ku li Bexdayê ye bi fuzeyan lê xistin, Hîzbûllah a Iraqê bûyerê pîroz kir. Peyama ku ji aliyê Ketaîb Hîzbûllah de hat dayîn weha ye:

“Niha wexta destpêkirina pêvajoyê ya li hemberê dagirkera ye. Hêzên dagirker divê bedela hebûna xwe ya li Iraqê ya ne rewa bidin. Her teref û kesê ku li dijî dagirkeran şer bikin, em destekê didin wan û wan diparêzin. Cepha li dijî dagirkeriyê her roj bêhtir fireh dibe.”

Hîzbûllah dibêje ku wexta êrîşa baregeha Taci yê gelek di cîh de bû û êrîş serkeftî bû. Di beyanê de hatiye ragihandin ku tam wexta derxistina hêzên Amerîkayê ye ji Iraqê.

Di êrîşê de 2 leşkerên Amerîkayê,1 lekşkerekî Îngîlîz miribûn û 11 leşkerên din jî birîndar bûbûn. Çend roj berê jî hêzên hevpeymanî bi balafiran li Sûriyê li Ebû Kemalê êrîşan pêkanîbûn û 26 kesên Haşdî Şabiyê kuştibûn.

Parve bike: