TR KU SO
FB X
Cîhan

Holenda | Li Amsterdamê êrîsa bi kêrê: 5 birîndar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 adar 2025 21:56

PeyamaKurd – Li Paytexta Holenda Amsterdamê di encama êrîşeke bi kêran de, herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Li Qada Dam a paytexta Holenda Amsterdamê, li nêzî kolana Sint Nicolaasstraatê êrîşeke bi kêrê pêk hat.

Li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 5 kes di êrîşê de birîndar bûn. Polîsê Holendî gihîştiye cihê bûyerê û kesek binçav kiriye.

Hîn sedema êrîşê diyar nebûye.

Parve bike: