HPG: Gêrîlaya almanî Handelmann di êriseke esmanî de can da
PeyamaKurd - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ragihand ku gerîlaya almanî ya bi navê Sarah Handelmann di 7ê Nîsanê de di encama bombebarana Artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.
Sara Dorşin (Sarah Handelmann) Yoldaşımızı Saygıyla Anıyoruz
— kendal Baz (@kendal___baz) 21 Haziran 2019
Basına ve Kamuoyuna! pic.twitter.com/xzBKwgfrXO
Li gor daxuyaniya Ragihandina HPGê, Sarah Handelmann ku bi navê Sara Dorşîn dihate nasîn, 7ê Nîsana 2019an ji ber êrîşeke esmanî ya Tirkiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin Sarah Handelmann di sala 1985an de li Almanyayê ji dayîk bûye û welatiya Almanyayê ye.
Herwiha hatiye ragihandin ku Sarah Handelmann di sala 2017an de tevlî rêfên PKKê bûye û fermandarî dikir.