TR KU SO
FB X
Cîhan

HSD: Rejîma Sûriyê amadekariyê dike hêzê bisîne ser Minbicê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2019 21:52

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî destûrdana Amerîkayê ya operasyona artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê (Rojhilatê Firatê) de, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê jî amadekariyan dikin ku leşkeran bişînin Minbicê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê piştî ku Koşka Spî destûra dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê da dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, amadekariyan dike ku leşkeran bişîne Minbicê.

Li gorî jêderên Rêveberiya Rojava, Tirkiye, Rûsya û Îranê û herwiha rejîma Sûriyeyê li ser li hev kirine ku bi planeke hevbeş êrîşî ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) bikin.

Parve bike: