TR KU SO
FB X
Cîhan

Ibrahim Kalin: Erdogan îro wê bi Putin û Zelenskiyre biaxife

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2023 05:28

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın tevlî bernama televizyona NTV bû û ragihand ku wê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan îro bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Ukraynayê Zelenskiy re biaxife. Kalın negot wê mijarên li serê biaxifin çi bin.

Kalın got ku Tirkiye di sedsala 21 an de xwe di nav sîstena sinyayê de çawa bicîh dike û ciyê ku dixwaze lê be îfade dike. Kalın behsa hilberîna teknolojiya bergiriyê ya Tirkiyê kir ku çawa xwe ji welatên derve rizgar kiriye. Li ser mijara lihevhatina bi Şamê an ku bi Sûriyê re Kalın weha got:

“Wê civîn dewam bikin. Me berê jî got ku dîplomasî û diyalog esase, bi taybetî di çarçoveya parametreyên Neteweyên Yekgirtî de. Wê wezîrên her dû dewletan bicivin lê niha cî û wext diyar nîne.”

Parve bike: