Cîhan
Îbrahîm Reîsî û Prens Bin Selman cara yekem hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û welîehd Prensê Erebistana Saûdiyê Muhammed bin Selman, li payîtexta Erebistanê li Riyadê civiyan.
Her dû lîder li ser mijarên duqolî û yên herêmî û hem yên hevkariyê axifîn û biryarê dan ku paşî li ser mijaran bi detay biaxfin.
Ragihandina hevdîtinê ji terefê serokomariya Îranê de hat kirin û daxwuyaniyê de got ku serokkomarê Îranê Reîsî ji bo tevlî civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya awarte bibe çûye Riyadê û bi Prens Selman re hevdîtin kiriye.
Piştî 11 salan cara yekeme ku her dû dewlet rû bi rû hevdîtin dikin