Îdiaya “Ahmet Turk û Îmraliyê”
PeyamaKurd – Hevdîtinên şanda Partiya DEMê ya ku çûbû Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn, bi rêveberên partiyên siyasî yên li meclisa tirk re duh dest pê kir. Heyetê duh ewilî bi serokê meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir.
Di vê çarçoveyê de Şanda Îmraliyê ya DEMê wê di 6ê çile de bi Partiya Pêşerojê (Gelecek), AKPyê û Partiya Deva, di 7ê çile de jî bi Partiya Refahê re hevdîtinê pêk bîne.
Li gorî nûçeya rojnameya Turkiyeyê piştî hevdîtinan heyet dê careke din biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Her weha hat îdiakirin ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku beşdarî civîna ewil a bi Ocalan re nebû û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî dê beşdar bibe.
Di hevdîtinên ku bi partiyên siyasî re hatin kirin de navê Ahmet Turk jî li heyetê hat zêdekirin.