TR KU SO
FB X
Cîhan

Idlib | Bi dronên xwekuj êrîs kirin: 2 çekdar hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2023 00:23

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi balafirên bêmirov ên nasnameya wan nehatiye zanîn, li herêma Idlibê êrîşî binkeyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, dronên bombekirî yên xwekujî li derdora Meret Nesan a li bakurê Idlibê xalên ′Heyet Tehrîr El Şam′  bombebaran kirin û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Dîsa droneke din jî li derdora Enkawî ya bakur-rojavayê Hemayê xaleke HTŞê kir armanc, lê ti agahî derbarê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Parve bike: