Cîhan
Îmarat 21 Îraniyên zîndanî bûn serbest berda
PeyamaKurd – Dewleta Îmaratan ragihand ku 21 Îraniyên li Îmaratan di zîndanê de bûn, wan efû kirine û serbest berdane. Serbest berdana 21 zîndaniyan di wexta ku wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emir Abdullahiyan seredana Abû Dabiyê kiribû bi serokê dewleta Îmaratan bi Muhammed bin Zayid Al Nahyan re axifî bû, bi erêkirina El Nahyan serbest hatin berdan.
21 Îraniyên ku serbest hatin berdan wê dagerin welatê xwe Îranê. Lê divê pêvajoya temamkirina ewraqên wan li gor qanûnên Îmaratan temam bibe.
Abdullahiyan di 22ê Hezîrana 2023an de seredana Îmaratan kiribû.