TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmarat wê pistgiriya ji bo Sûriyê bidomîne

Leyla Denli
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2025 13:41

PeyamaKurd – Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed Şera û Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan li ser berdewamkirina alîkariyan bo gelê Sûriyê li hev kirin.

Li gor nûçeya SANAyê Ehmed Şera û Al Nahyan roja Înê 17.01.2025ê bi telefonê axivîn.

Di pêwendiya telefonî de ku mijara kordînasyona alîkariyên ji bo gelê Sûriyeyê hate nîqaşkirin, hate gotin ku girîng e ev alîkarî berdewam bikin.

Di pêwendiya telefonî de, çawaniya bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevpar jî hat gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li ser giringiya berdewamkirin û xurtkirina xebatan bi awayekî hemahengî ji bo piştgiriya gelê Sûriyê û parastina yekparçeyiya axa Sûriyê kirin, aliyan biryardariya xwe ji bo karkirina bi hev re ji bo dabînkirina aramî û pêşketinê li herêmê nîşan dan. Di vê navberê de di nûçeyê de hat ragihandin ku bi talîmata Serokdewlet Gustavo Petro hêzeke leşkerî ya ji 300 kesî pêk tê şandin herêma Catatumbo û li dijî komên çekdar operasyon hatiye destpêkirin.

 
Parve bike: