TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmzeya dawî hat: Swêd bi fermî endama NATOyê ye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 adar 2024 20:07
PeyamaKurd – Piştî ku parlamentoya Macaristanê li pey parlamentoya Tirkiyeyê, endamtiya Swêd a NATOyê pejirand, Serokomarê Macaristanê Tamas Sulyok jî îro dosyeya endamtiya Swêdê ya NATOyê îmze kir.

Piştî îmzeya Macaristanê bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku Swêd bi fermî bûye endama 32yemîn a NATOyê.

Wezîrê Berevaniya Swêdê Pal Jonson li Stockholmê da xuyakirin, îmzekirina endamtiyê ji aliyê serokomarê Macaristanê ve pêşketineke erenî ya qonaxa dawî ye û got, “Ev biryar dê Swêdê bi ewle bike û NATOyê jî pir bihêz bike”

Hêjayî gotinê ye, ji bo temambûna endamtiya Swêdê dê ew belgeyên hatine pejirandin ji Washingtonê re jî bêne şandin û Swêd bi fermî bibe endama tifaqê.

Parve bike: