TR KU SO
FB X
Cîhan

Îngiltere bertekê nîsanî îdama Akbarî da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2023 22:08

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Îranê yê berê Ali Riza Akbarî bi sedema ku agahiyên Îranê dabû Îngîltere, bi casûsiya ji bo Îngîltere hatibû tewan kirin û dadgeha bilind ya Îranê cezayê wî yê îdamê tesdîq kiribû. Li ser mijarê dewleta Îranê Ali Riza Akbarî didarde kir.

Li ser îdama Akbarî serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak bertekê nîşanî îdamê da û got ku ew ketiye nav dehşetê bê Îran çawa wî didardekiriye. Wezîrê karên derve yê Îngîltere Cleverly îdamê şermezar kir û got ku wê bêdeng nemînin. James Cleverly do jî weha gotibû:

“Divê rejîma Îranê baş zanibe. Em doza Ali Riza Akbarî ji nêz de dişopînin. Divê Îran tehdîda înfazê ya Akbarî bicîh neyne.”

Li gor medya Îranê Akbarî; ji bo teşkilata îstîxbarata Îngîltere, di derbarê 178 kesên Îranê yên di asta bilind de agahiyan daye. Îran hem dibêje ku rola Akbarî di kuştina fîzîkvanê nukleerî Muhsîn Fexrîzadeh ku di sala 2020an de hat kuştin de heye. Medya her weha dibêje Akbarî hesabên bankayan yên Avusturya, Îspanya û Îngîltere bikar aniye û ji îstîxbarata Îngîltere M16 an û yên weka wê 1 milyon û 805 hezar Euro, 265 hezar Pound û 50 hezar dolar pere sitendiye.

Parve bike: